Fatih Gazioğlu
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ANKARA
Mîzgîn Aya xelka Batmanê di du salan de di beşa atletîzmê da 27 caran bû rekortmena Tirkiyeyê.
Mîzgîn Ay û malbatê wê ji bo ku bixebitin ev demeke dirêj e li Beypazariya navçeya Enqereyê dijîn. Mîzgîn AYê daxuyaniyek da nûçegehinê AAyê û got ku ew ev 10 sal e bi atletîzmê re dixebite û got, "Ez dixwazim bibim Usaîn Bolta jin."
Mîzgînê got ku ew bi saya mamosteyê xwe yê lîseye Muhsîn Sosyal hat van deran û wiha axivî:
"Xwedê ji mamosteyê min razî be. Ez niha ji bo tîma Fenerbahçeyê dixebitim. Ez ji Usaîn Bolt gelek hez dikim. Ez bawer im ku ez ê wî rojekê nas bikim. Eger ez bibim werzişkareke baş ez ê wî nas bikim. Gava ez nû diketim pêşbaziyan tu kesî ez nas dekim. Piştî ez serkeftî bûm her kesî ji min ra gotin 'Ev Usaîn Bolta Tirkiyeyê ye.' Kêfa min gelekî bi vê gotinê re hat û ew roj û ev roj hê dibêjine min Usaîn Bolta me. Tişta ji destê min tê ez ê bikim înşellah."
Mîzgîn Aya ku 17 salî got ku wê heta di atletîzmê de di bêşa 100, 200, 4x100 û 4x400 mêtroyî de serkeftî bûye û gelek rekor bi dest xistine û wiha got:
"Min 27 rekor bi dest xistin. Ev hemû min 2 salan de qezenc kirin. Înşellah ez ê vê rekorê hê pêşve bibim."