Haydar Şahin
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
ŞIRNAK
Pêşbaz û alîgirên taximê di fitara Cîzresporê da hatin ba hev.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Ahmet Adanur, Midûrê Ewlekariya Navçeyê Omer Faruk Karataş, Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê Serdar Kaya, Serokê TSOyê yê navçeyê Suleyman Çagli, Serokê ESOyê yê Navçeyê Hafzullah Memduhoglu, Serokê Kulubê Salîh Sefînç beşdarî fitara li Parka Bircê Belek bûn.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Adanur di bernameyê da axivî û diyar kir ku gogeling bi tenê gogeling nîne û qîmeta navçeyê zêde dike.
Adanur got piştgiriyê didin hemû cure sporan û wiha axivî: "Serkeftineke Cîzresporê ji xebatên me zêdetir qîmetê tîne ser bajar û welatê me. Ji ber vê dibê em li Cîzresporê xweyî derkevin."
Serokê Kulubê Sefînç ji hemû kesên ku piştgirî dan taxima wan ra sipas kir.