Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ANKARA
Ji bo ku di Cejna Remezanê da welatî ewle û aram seyahetê bikin û herwiha ji bo ku hejmara qezayên trafîqê yên ku însan tê da dimirin kêm bibin, kontrol û teseliya li ser trafîqê zêde bû.
Midûrê Şaxa Kontrola Trafîqê ya Serokatiya Daîreya Sepan û Kontrola Trafîqê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê Ayhan Saraç teseliya kontrolên li xala sepanê ya li ser Xaçerêya Fatîh Sultan Mehmet a Enqereyê kir.
Saraç li vê derê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va emirnameya ku mijara wê "Tevdîrên Trafîqê yên Cejna Remezana Sala 2018an" ye, ji walîtiyên 81 parêzgehî ra hat şandin.
Saraç bal kişand ku di çarçoveya emirnameyê da ekîban dest bi kontrolên xwe kirine û wiha dewam kir, "Pêşaniyên me ew in ku trafîq bi rêk û pêk biherike, em bêhtir li ber çavan bin, em û ajovan em bên rûberî hev û di warê ewlehiya trafîqê da xelk hişyar bibe."
Saraç diyar kir ku dê 32 sermifetişên polêsan bên peywirdarkirin da ku tevdîrên li ser guzergehên ku di 10 salên dawîn da di betlaneyên cejnan da herî zêde lê qeza çêbûne kontrol bikin.
Saraç ji kesên ku tê derkevin betlaneya eydê ra got, "Sax û silamet biçin û bên" û herwiha ji ajokaran jî xwest ku rêgezên trafîqê bi cih bînin û zêde beza neçin.