Abdullah Tel
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
MÛŞ
Li Mûşê karkerên di çêkirina û temîrkirina rêhesiniyê xeta trênê da dixebitin serê sibehê zû radibin û dest bi karê xwe dikin.
Karkerên rêhesiniyê li ser xeta navbera Mûş-Tetwanê bi armanca ku rêwî bikaribin bi rihetî, zû û ewlehiyê rêwîtiyê bikin, hewl didin û dixebitin.
Hin deverên rêhesinê ji ber sorbûn û rewşa hewayê ji hev diqetin û ew qisim hêla karkeran va tên jêkirin û paşê jî ji nû va tên qaynaxkirin. Devera qaynaxkirî ji bo ku bêgirûzî bibe karker wê deverê jî hêsan dikin.

Kar û barê bi zehmet ê karkeran heta nêzî fitarê dewam dike.
Ji karkerên rêhesinê Ramazan Sezgîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo trên bikaribin bi ewlehî ji ser rayan ra derbas bibin ew digel bi rojî ne jî li ser karê xwe dixebitin.

Sezgîn got: "Di Remezanê da li ber tavê xebat zor û zehmet e. Lewra karê me him giran e û him jî divê mirov baldar be. Lê Xwedê alî me dike, em him karê xwe û him jî îbadetê xwe dikin. Karê me çiqas zor û zehmet be jî di Meha Remezanê da bi menewiyeteke xweş derbas dibe. Hewaya germ û alavên ji ber kelijandinê her çiqas jî me aciz bikin jî em rojiya xwe digirin."