05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ADIYAMAN
Malbata ku di erdheja li Samsata navçeya Adiyamanê da xaniyê wan ê ji kerpîç rûxiya, di nava kavil da li du pişîkên xwe digere.
Li gundê Akdamara ser bi navçeya Samsatê malbata Ozturk a ku ev 3 nifşên li gund dijî, di erdhejê da xaniyê wan hilweşiya. Herwiha di erdhejê da dergûşa wan a 40 rojî jî birîndar bû û vêga jî hewl didin ku di konê AFADê da li ber xwe bidin û li ser piyan bimînin.
Dîsa piştî ku erdhej qewimî, malbatê herdu pişîkên xwe yên du salî careke din nedîtin. Niha jî çaverêya wê yekê dikin ku pişîkên xwe sax bibînin.
Nazmiye Ozturkê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji erdhejê sax filitîn.
Ozturkê destnîşan kir ku di erdhejê da xaniyê wan hilweşiya û wiha xeber da, "Ez gelekî ji pişîkan hez dikim. Tê bîra min nayê bîra min, ez pişîkan xwedî dikim. Pişîka min winda bû, eşyayên min winda bûn, ez jî winda bûm."
Ozturkê bal kişand ku pişîkên wê li mala ku rûxiya çê bûn û wiha got, "Min berê dayîka van xwedî dikir. Paşê ev çêbûn û qederek bi şûn da jî dayîka wan hişk bû. Em bi van herdu pêşîkan dijiyan. Lê niha ez wan nabînim. Înşelah dê ji derekê derkevin û werin."