03 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
ELAZIG
Egîla navçeya Diyarbekirê ya bi nirxên menewî, çandî û dîrokî derdikeve pêş û wek bajarê pêxemberan tê zanîn bi saya xebatên salên dawîn tên kirin va di nav navendên tûrîzmê yên herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da bi cih bû û li benda mêvanên xwe ye.
Rû û rûçikê navçeya Egîla dîrokî ya ku gelek şarezayî li ser xwe hewandiye bi saya projeyên Walîtî, Qaymeqamtî, Ajansa Pêşvebirinê ya Qerejdax û Midûriyeta Giştî ya Weqfan va gelek guherî. Li gorî gotin û baweriyan qebra Nebî Harûnî Asefî, Nebî Hallak, Nebî Harut, Nebî Zunnûn, Nebî Hurmuz, Nebî Omer û Danyal û tevlî Zulkîfl û Elyesa pêxember ên ku navê wan di Quranê da jî derbas dibin li Egîlê ne û bi hewaya xwe ya menewî bala ziyaretvanan dikişîne.
"Ji bo qala xweşiyên Diyarbekirê gotin têr nakin"
Ji ziyaretvanan Orhan Yavuz Ejderê ji Manîsayê hatibû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ew ji ber bûyerên terorî bitirs hat bajêr lê bi saya mêvanperweriya mirovan, derên dîrokî û xweşiyên siruştî yên bajêr tu tirs di dil da nema.
Ejder destnîşan kir ku Diyarbekir bi saya qiymetên xwe yên bawerî, çand û dîrokî ji bajarên nadîde yên Tirkiyeyê yek e û wiha pê da çû: "Dema min Diyarbekir dît min fehm kir ku bajarekî pir xweş e ku meriv lê bijî. Bi rastî jî bi çand û dîroka xwe bajarekî pir qedîm e. Ji Akhîsarê hevalên min li min digerin û dibêjin hay ji xwe hebe lê ez ji wan ra dibêjim wek hûn dizanin nîne, bajarekî pir xweş e. Ez li gelek welatan li Rûsya, Erebistana Siûdî geriyam û ez van tiştan jî li gor vê dibêjim.
- "Manzaraya ciyên dîrokî û siruştî gelekî xweş e"
Ji ziyaretvanan Hasan Koçer got ku wî manzara Egîlê gelekî ecibandiye û wiha axivî:
"Ez ji hemû kesan re tewsiye dikim bila bên vê derê û van xweşiyan bibînin. Li vê derê qebrên pexemberan, ewliyayan û gelek dostên Xwêde hene. Ciyên dirokî û siruşta vê derê jî gelekî xweş e."
Ji xwendekarên zanîngehê Muhammed Atîk Kilinç jî got ku Diyarbekir bajarekê gelekî xweş û qedîm e. Kilinç wiha dewam kir:
"Lê mixabin ji ber bûyerên terorê gelek kes nayên vê derê. Li Egîlê wekî li Sûrê gelek ciyên me yên dîrokî û xweşik hene. Em van bi kar bînin ji bo me hamûyan wê tiştên gelekî baş çêbibin."