Sûriyeyiyên li Rasûlayna ser herêma Hasekê ji ber şer û pevçûnan hemû mal û milkên xwe li paş xwe ve dihêlin û ji herêmê koç dikin. Sûriyeyîyên ku ji herêma şer koçdikin xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Sûriyeyiyên ji ber şerê di navbera DAEŞ û hin komên kurd de man, koçî Tirkiyeyê dikin.
Penaberên ku ji Taxa Zengînovaya ser Akçakaleyê derbasî Tirkiyeyê bûn, li cihê kontrolê dan sekinandin. Wezîfedarên Serokatiya Rêvebiriyê ya Rewşa Acil û Afadê (AFAD) li vir navê penaberan qeyd kirin.
Mihemed Halafê sûriyeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew ji ber pevçûnên li herêmê revîn û ev 3 rojin li ber sînor tî û birçî sekinandîne.
Halaf got ku di şer de xaniyê wan wêran bû ji ber tirsê tenê cil û bergên xwe hildan û hatin ber deriyê sînor û wiha dewam kir: "Li welatê me kes berê me neda. Lê belê em di nav agirê şerê DAEŞ û komên kurd de man. Ji ber vê yekê me xwe sipart Tirkiyeyê. Xweda ji Tirkiyeyê razî be. Tirkiyê me qebûl kir."
Xelîl Halaf jî got ku ew digel malbata xwe hat Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Tirkiye welateke biewle ye. Xweda ji erkdarên Tirkiyê razî be."
-Ez nedifikirîm ku koç bikim
Emîne Farisê jî got ku her tim balafiran herêma wan bombe dikirin ji ber vê yekê name ku ew li wir debara xwe bikin û hatin Tirkiyeyê.
Mistefa Evdila got ku wî digel malbata xwe koç kir jî wiha axivî: "Ez nedifikirîm ku koç bikim. Lê ez çibikim, mecbûr mam ku koç bikim. Di mehên dawîn de şer gurttir bû. Min mal û xaniyê xwe li wir hişt. Êdî em nikarin vegerin welatê xwe."