04 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê li hember rêxistina terorê PKKê operasyon dewam dikin. Xizmetên tenduristiyê jî li navçeyê dewam dikin.
Li taxa Bahçebaşiyê jineke 97 salî nexweş ket û ew bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê kirin.
Dema ku xebatkarên ewlehiyê jinika pîr dibirin nexweşxaneyê telefonek hat ku zarokekî yek salî jî vedireşe û nexweş e.
Li ser vê agahiyê ambulans çû mala zarokê ku nexweş e û ew jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Ji ber ku li ser rê xendekên ku terorîstan kolabûn hebûn, ambulans hin caran hêdî hat ajotin.
Ambulansa ku di tê de jinika pîr û zarokê yek salî hebû bi alîkariya polês û leşkeran ve gihîştin nexweşxaneyê û hatin tedawîkirin.
Piştî tedawîyê zarok bi ambulansê ve şandin mala wî.
Jinika pîr ji ber ku tedawiya wê divê ku dewam bike, ew sewqî Mêrdînê kirin.