Kurdên ku ji Kobanêyê ji ber şer xwe spartin Tirkiyeyê xeyala roja vegerê dikin. Penaberên ji Kobanêyê dibêjin ku dema ew vegeriyan welatên xwe, ew ê malên xwe ji nû ve çêbikin.
Mistefa Eymenê hostayê înşaatê ye ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan ji ber şer xwe spartin Tirkiyeyê. Eymen got ku her çiqas li vir di nav aramiyê de bin jî ew dixwazin vegerin welatê xwe.
Eymen wiha axivî:
"Em axa xwe ya pîroz û her tiştî biqîmettir e dixwazin. Em herin li ku derê jî em cihekî wek Kobanêyê nikarin bibînin. Li wir mala me bêsewax be jî bi me re wek qesra bû. DÎŞIyê li herêmê malên me yên nû jî di nav de kevir li ser keviran nehîşt. Bi îzna Xwedê em ê vegerin welatê xwe û em ê malên xwe car din ava bikn. Em ê welatê xwe ji nû ve ava bikin. Li vir baş li me dinêhêrin, lê em axa xwe tu tiştekî naguherin."
Karkerê înşaetê Seîd Arkas jî got ku dema ku ew vegeriyan wê mil bidin hev û bi hev re Kobanêyê car din ava bikin.
Arkas got ku heviya wan ev e ku DÎŞI ji welatên wan derkeve û here.