05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê sala par bi hinceta êrîşên li Kobanêyê çalakiyên bêdestûr hatibûn lidarxistin, di çalakiyan da Yasîn Boru û 3 hevalên wî hatibûn kuştin. Dîtina doza kuştinê êrîşa hov dîsa anî rojevê.
Li Diyarbekirê sala par bi hinceta êrîşên li Kobanêyê çalakiyên bêdestûr hatibûn lidarxistin, di çalakiyan da Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku goştê qurbanê li feqîran belav dikirini hatinbûn kuştin. Dîtina doza kuştinê êrîşa hov ya sala par dîsa anî rojevê.
Sala par li navçeya Baxlarê Yasîn Boru (16), Hasan Gokguz (26), Ahmet Dakak (19) û Riyat Guneş (28) di Eyda Qurbanê da goştê ku komeleyekê amade kiribû li feqîran belav dikirin, di heman demê da kesên ku çalakiyên bedestûr li dar dixinstin rastî wan hatin û li wan êşkence kirin û kuştin. Bersûcên ku bi hinceta kuştina 4 kesan hatibûn derdestkirin ji ber ewlekariyê li Dadgeha Cezayê Giran a 2yan a Enqereyê derketin pêşiya dadger.
Di îdianameyê da der heqê bersûcan da ji bo her yekî 4 caran "bi hesta cinawirî eziyetkirin û kuştinê" carekê jî "xirabkirina yekîtiya welêt û dewletê" bi tevahî 5 caran cezayê girtina heta hetayî tê xwestin.
Bûyer
Boru, Dakak, Guneş, Gokguz û Yusuf Er sala par di Eyda Qurbanê da ji bo ku goşt li feqîr û hewcedaran belav bikin li navçeya Baxlarê bûn. Di heman rojê da Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPyê bang kiribû ku çalakî bên lidarxistin. Di dema çalakiyan da komekê bi kevir, kwiçik, dar û kêran va êrîşî van kesan kiribûn û di qatê 3yan ên avahiyekê da lînç kiribûn.
Komê Boru, Gokguz, Dakak û Guneş piştî lîncê ji avahiyê avêtibûn û paşê jî bi wesaîtan ji ser wan ra derbas bibûn û agir berî cesedê wan dabûn.
Di îdianameya ku der heqê bûyerên Kobanêyê da hatibû amadekirin da jî qala hûrgiliyên kuştina Yasîn Boru û 3 hevalên wî tê kirin.