06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Li Diyarbekirê di 6 û 7ê cotmeha 2014an da xwepêşandanên bêdestûr hatibûn kirin û di van xwepêşandanan da Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz hatibûn kuştin. Di doza kuştina wan da Fikrî Boruyê bavê Yasîn Boru wek muştekî hat guhdarkirin.
Boru wiha got: "Zarokên me di 6 û 7ê cotemhê da goştê Cejna Qurbanê belav dikir. Gotine 'Ew DÎŞIyî ne' û êrîşî zarokên me kirin. Zarokên me li malê kutan, ji jor da avêtin, xwestin ku bişewitînin û bi wesaîtê ji ser wan ra derbas bûn. Dewlet ji me çêtir dizane ku kî kiriye, em gilîdar in. Kî kurê min anîbe wî halî. Bi taybetî ez ji rayedarên HDPê Selahattîn Demirtaş û Gulten Kişanakê gildar im. Wan biryar da û zarok derketin kolanê. Zarokê we jî heye? Ez du rojan li zarokê xwe geriyam. Hildabûn morgê, nîşanek li ser piyê wî hebû, min ji wê nîşanê ew nas kir. Ez edaleteke baş dixwazim. Ez gilîdar im."
Doz li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê tê dîtin. Bersûcên girtî li dadgehê xwe parastin û gotin ku ew bê sûc in.
Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguzê ku hat kuştin jî got ku ew ji hemû bersûcan gilîdar e.
Nîhat Guneşê birayê Riyat Guneş û Ahmet Dakakê bavê Oztekîn Dakak jî wek muştekî hatin guhdarîkirin û gotin ku ew gilîdar in.
Hin parêzerên muştekiyan xwestin ku der heqê rayedarên HDPê da gilîdarî werin kirin.
Dozgerê komarê qeydên axaftinên bersûcan yên roja bûyerê xwest ku ji Laboratuvara Krîmînal ya Cendirmeyan ra were şandin.
Dozger xwest ku dîmenên dosyeyê ji vekolînkirina krîmînal ra were şandin û celseya din jî şahidên veşarî werin guhdarkirin.
Rûniştin taloqê 25ê sermawezê kirin
Di dozê da 22 jê girtî 34 bersûc tên darizandin û bersûcek hat berdan. Dadgehê rûniştin taloqî 25ê sermaweza 2015an kir.