Önder Beyter
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Li Elbistana navçeya Meraşê dîmenê qedera 30 bizinkoviyî hat kişandin.
Xelkê Taxa Îxdeya navçeyê Şaban Pamuk gava li tanga Kisikkayayê pincar diçinî, pêrgî komek bizinkoviyî hat.
Pamukê ku bi têlefona xwe ya mobîl dîmenê bizinkoviyan kişand, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî bireke ku qedera ji 30 bizinkoviyî pêk dihat dît.
Pamuk herwiha bal kişand ku ev cara yekemîn e ku ew rastî bizinkoviyan tê ku birtî digerin.