Abdullah Tel
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
BITLÎS
Tirkên ahiskayî yên ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bi koordînasyona Serokwezîriyê par ji Ukraynayê anîn Tirkiyeyê û li Xelata navçeya Bidlîsê hatin bicihkirin piştî gelşa 73 salan niha geleki kêfxweş in.
Yekîtiya Sovyetan 73 sal berê, tirkên ahiskayî ji welatê wan kir û berê wan da xerîbiyê. Tirkên ahiskayî digel derbasbûna salan êş û keserên hatin serê wan ji bîr nakin.
Nûnerê tirkên ahiskayî yên li Xelatê bi cih bûne Mansûr Baytaroglu daxuyanî da nûçegihanên AAyê û got ku bav û kalên wan li Ozbekistan, Qazaxistan û Qirxizistanê hatin bicihkirin û gelek tehdayî dîtın û wiha pê da çû: "Li derveyê welatê xwe jiyîn û hesreta welêt pir zor û zehmet e. Welat xwezî û xwestineke pir cihê ye. Dema em li Rûsyayê xebitîn bi ermeniyan ra pirsgirêkên me çêbûn. Wê demê ji min ra gotin 'wê demê we bibirina berî Behra Reş bidana, wê çêtir bûya'. Di sirgûnê da gelek zilm û tehdayî hatine kirin. Pîra min ji bo ku zarok û neviyên wê bikaribin nan bixwin gelek zêr wek bertil daye eskerên ûris. Wan gelek zehmetî dîtiye.
Lê Xwedê ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, parlementerên me û qeymeqamê me razî be. Em anîn welatê me. Dema em li vê derê derdikevin derva dengê banga şerîf, dengê tirkî tê. Bêwelatîbûn tiştekî pir zor e. Vê yekê kesên bêwelat bi tenê fehm dikin. Şikir em hatin welatê xwe û li vir dijîn. Li welatê xwe jiyîn tiştekî pir xweş e. Welatê me û alaya me her tim li ser pê be. Em 73 sal bêxwedî bûn, ji sêwîtiyê xilas bûn. Niha em ji halê xwe razî ne."
Bayraktaroglu destnîşan kir ku niha li wir 280 kes hene û ji bilî 25 kesan nasnameya hemûyan gihîştiye destê wan û nasnameya yên mayî jî di demeke nêz da wê bigihêje wan.
Şêniyên Xelatê yên ku bi eslê xwe tirkên ahiskayî ne gotin ku bav û kalên wan bi hesreta welêt mirin lê ew ji ber ku vegerîn û bûne xwedî welat pir kêfxweş in.