Haydar Şahin
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
SÊRT
Li Sêrtê Abdulkerîm Yildizê 63 salî yê ku ji karkeriya înşaetê teqawid bûye bi hezkirina pişîkan balê dikişîne.
Yildiz 25 sal in li Taxa Yêniyê di maleke 2 çavî da rûdine. Ji vir 14 sal berê rojekê ber destê nimêja sibê berf dibare û Yildiz diçe mizgeftê û li ser rê pişîkeke ku pirça wê bûz girtiye dibîne û tîne mala xwe.
Yildiz pişîkê xilas dike û li mala xwe xwedî dike paşê jî çêjikên pişîkê çêdibin û wan jî xwedî dike.
Dem derbas dibe û hezkirina Yildiz zêde dibe. Yildiz niha 3yê wan di mal da 55ê wan li kuçeyan bi tevahî 58 pişîkan xwedî dike. Yildiz her roj li kuçeyên li ser kolana Gursesê digere û xwarinê dide pişîkan, yên nexweş derman dike.
Yildiz jiyana xwe bi pişîkan ra derbas dike û kêfxweş e. Hema bêje nîvê mehaneya xwe ji bo pişîkan xerc dike.
- "Motanî zarokên min in pişîkan xwedî dikim"
Abdulkerîm Yildiz got ku bi salan berê pişîkeke ku li ber sermayê hindik mabû bicemide hilda mala xwe û paşê 7 çêjikên wê jî xwedî kir. Yildiz got ji ber ku bavê wî nexwest pişîk berî kuçeyan da û 2 saet şûnda pişîk bi xwe hatin malê.
Yildiz got li ser vê tebatiya wî çênebûye û pişîk dîsa hildaye malê û li wan xwedî derket û wiha pê da çû: "Şikur ji Xwedayê min ra ku ev xiste nesîbê min. Ji bo ku her kes ji wan hez bike ez navan li pişîkan dikim. Çaxê zar tên ez bi wan pişîkan didim hezkirin û dixebitim ku hesta wan a merhemetê pêşkeve. Motanî zarokên min in pişîkan xwedî dikim."
Yildiz qala mesrefa ku ji bo pişîkan dike kir û got, "25 sal in ez bi tena serê xwe dijîm. Rojê bi 30 lireyî ji pişîkan ra xwarinê dikirim. Roja înê jî bi 40 lireyî dikirim û wan birçî nahêlim."
- "Min heyata xwe fedayî pişîkan kiriye"
Yildiz got ku ji xwe zêdetir ji bo pişîkan mesrefê dike û wiha axivî:
"Ez bi pişîkên xwe ra dijîm. Aramiyê dide min. Jixwe dawiya rêya min ax e ji ber vê ez gilîdar nînim. Her roj piştî nimêja şebeqê û êvarê di rojê da 2 caran xwarinê didim pişîkên xwe. Min heyata xwe fedayî pişîkan kiriye. Ez bi vê kêfxweş dibim, tu carê gilîdar nînim."
Yilidiz ji bo ji ji van zêdetir heywanan xwedî bike ji heywanhezan piştgirî xwest.