Selma Kasap
28 Hezîran 2024•Rojanekirin: 29 Hezîran 2024
Encamên ezmûnên navendî yên di çarçoveya Pergala Ketina Lîseyan (LGS) da ku 2yê hezîranê hatibû kirin, li ser malpera înternetê ya "https://www.meb.gov.tr" hatin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ezmûna ku 2yê hezîranê weke 2 rûniştinan hatibû kirin, li 973 navendên ezmûnê yên nav welêt, li 62 hezar û 663 salonên li 3 hezar û 891 dibistanan her wiha li dervayî welêt jî li 35 salonên 11 dibistanan ên li 11 navendan hat kirin.
Îsal ji milyonek û 38 hezar û 544 xwendekarî 992 hezar û 906, beşdarî ezmûnê bûn, rêjeya beşdarbûnê jî weke ji sedî 95,61 hat eşkerekirin.
Encamên ezmûnên navendî yên LGSê li ser malpera înternetê ya "https://www.meb.gov.tr" hatin eşkerekirin.
Di çarçoveya LGSê da pêvajoya tercihkirina lîseyan dest pê kir. Dê xwendekar heta 17ê temûzê roja çarşemê saet 17.00ê karibin tercihkirina lîseyan bikin.
Encamên bicihbûna LGSê jî dê 22yê temûzê bên eşkerekirin.