27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) va rûniştinên ewil ên ezmûna hevpar a navendî ya serdema duyemîn a ku di çarçoveya pergala Bihurîna Ji Perwerdeya Seretayî Bal Hîndekariya Navendî (TEOG) da seba xwendekarên polê 8emîn tê kirin, temam bûn.
Ezmûnên hevpar ên ku qederê milyonek û 167 hezar û 854 xwendekar divê bibin, li hundirê welat li 16 hezar û 176 dibistan û 92 hezar û 924 salonên li 970 navendan, li dervayê welat jî li 15 navend û 21 dibistanan pêk tê.
Di rûniştinên îro da xwendekar ji dersa tirkî, matematîk, çanda dînê û zanîna exlaqê ketin ezmûnê.
Ezmûn wê sibê jî were kirin û rûniştin di saet 09.00, 10.10 û 11.20an da dest pê bikin. Di rûniştinan da navber jî wê 30 deqîqe bin. Ezmûn li hemû navendan wê di eynî wextî da dest pê bike.
Xwendekar wê di rûniştina duyemîn a sibê da jî ji dersa fen û teknolojî, Dîroka Şoreşê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî da bikevin ezmûnê.