İbrahim Atmaca
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê esnaf biryar da ku heta qedexeya girtina masiyan xelas nebe wê încî kefaliyê nefiroşin.
Sekreterê Giştî yê Aktivîstên Gola Wanê Maşallah Ozel daxuyanî da rojnamegeran û bi bîr xist ku li dinyayê încî kefalî di Gola Wanê da dijîn û ji ber heyama wan a xerzdanînê di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da girtina wan tê qedexekirin.
Ozel diyar kir, divê gel were agahdarkirin ku ev masî were parastin, ji bo parastina încî kefaliyê jî wan bi esnafê Tetwanê ra biryareke hevpar da û wiha dewam kir: "Ji ber heyama masiyan ya xerzdanînê ye, bi tu awayî li tu dezgehan wê încî kefalî neyê firotin, wê dernekeve ser dezgehan, wê li xwaringehan neyê petin. Wek Aktivîstên Gola Wanê me dil heye ku ev qedexe di nav hemû esnafên der û dora Gola Wanê da bela bibe."
Erdal Nurduhanê ku li Tetwanê masîgiriyê dike jî diyar kir, ew bi tu awayî masiyên ku hatine qedexekirin nafiroşin.
Nurduhan got ku li ser dezgeha wan levrek, alebalix, çupra tê firotin û diyar kir, divê hemû masîgir guh bidin qedexeyê û încî kefaliyê nefiroşin.
Ji kargêrên dezgeha restoranê Ercan Guntaş jî got ku ew ê ji ber qedexeya girtinê încî kefaliyê nefiroşin.