Şener Toktaş,Berfin Sidar Aşit
26 Hezîran 2024•Rojanekirin: 26 Hezîran 2024
Trêna Turîstîk ya Tetwanê ya ku di 24ê Hezîranê da ji Enqereyê bi rê ket, gihîşt Tetwana navçeya Bidlîsê.
Trêna ku gihîşt Gara Tetwanê ji hêla gel û rayedaran va bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin, stran hatin gotin û govend hat girtin.
Rayedaran gul dan rêwiyan.
Waliyê Bidlîsê Erol Karaomeroglu û Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay di merasima pêşwazîkirinê da behsa dîrok, siruşt û çanda Bidlîsê kirin û gotin ji bo nasandina van nirxan ev gaveke mezin e.
Muratcan Yaziciyê ji Enqereyê hatiye got rêwîtiya wan baş derbas bûye û wiha axivî: "Em li Elezîzê sekinin. Em ji bajarên cuda derbas bûn. Ev çalakî ji bo danasîna bajaran pir girîng e. Em hatin Bidlîsê û pir xweş hatin pêşwazîkirin. Em ji vê yekê kêfxweş bûn. Ez ji her kesî ra pêşniyar dikim. Min ji hemû hevalên xwe ra got bila werin."
Rêwî Şeyma Çinarê jî behsa dîmenên xweş ên rêwîtiya xwe kir û wiha axivî: "Me gelek wêne kişandin. Divê her kes di jiyana xwe da herî kêm carekê vê rêwîtiyê bike. Dîmen û çem pir xweş bûn. Gava em sibê ji xew rabûn, bajar û gund li ber paceyên me diherikîn. Dîmenên gelekî xweş hebûn."