Nihat Kavşut
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
BATMAN
Sîdar Gungorê (12) li Bacageya mezreya Zîlana gundê Qozlixê dijî him şivaniyê dike û him jî dersa xwe dixebite.
Gungorê di pola 6an da ye û şivaniyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir alîkariya malbata xwe dike.
Sîdar Gungor destnîşan kir him pêz diçêrîne û him jî dersa xwe dixebite û wiha got: "Di nav hefteyê da diçim dibistanê. Rojên din jî diçim zozanan û alîkariya malbata xwe dikim. Wexta pêz diçêrînim pirtûkên xwendinê û yên testan bi xwe ra dibim û dixebitim."
Gungor diyar kir malbata wî heywandariyê dike û got şivanê me tuneye û ez alîkariya malbata xwe dikim.
Sîdar Gungor diyar kir şivanî li ber xwendina wî asteng nîne û wiha got: "Heger meriv bixwaze bixwîne astengî tuneye. Ez dixwazim bibim mîmar."