Elif Orhan
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
IGDIR
Li Îdirê di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Newrozê de agirê Newrozê ya ewil hat pêxistin.
Çalakiyên Cejna Newrozê ya ku her sal wekî "destpêka sala nû", "mizginiya biharê" û "cejna xwezayê" tê qebûlkirin destpê kir.
Şûbeya Îdirê ya Komeleya Tirkiye-Azerbaycanê (TURKAZDER) li Qada Ateşê ya li bajaroka Melekliyê çalakî li dar xistin û niştecihên herêmê yên ku di çalakiyê de hatin bal hev êzîngên ku bi xwe re anîn li qadê kom kirin û pîrozbahiya ewil kirin.
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn xwe ji ser agirê Newrozê re avêtin.
Serokê TURKAZDERê Îlterîş Kagan Taşkinsu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li alema Tirkan wek kevneşopî çalakiya "alav alav" tê lidarxistin û got ku ev çalakî destpêka pîrozbahiyên Newrozê ne.
Taşkinsu qal kir ku di pîrozbahiyên Newrozê de li gor kevneşopiyên Tirkan agirpêxistin girîng e û got ku "Wisa bawer dikin ku dema ku ji ser agir re xwe biavêjin dê mirov ji xirabî û nexweşiyan xilas bibe. Dema ku xwe ji ser agir re diavêjin mamikên wekî 'giraniya min, beyomiya min bila ser vê agirê de biweşe' tê gotin."