23 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Nûrsel Saglama ku yek ji şahidên êrîşa terorê ya li Gazîentabê ya ku bû sedema mirina 54 kesan e got ku "Ew dem qet ji hişê me dernakeve, ji wê rojê ve ne xew heye, ne em dikarin xwarinê bixwin, her dem li ber çavê min ew kêlî heye."
Saglamê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ciranê qata jor a malbata bûkê ye û di dema bûyerê de ji ser banê xwe li dawetê dinêriya.
- "Hevserê min jî nikare tenê biçe malê"
Saglama diya sê zarokan got ku kêliya teqînê bi tu awayê ji ber çavê wê naçe û destnîşan kir ku zarokên wê gelek mane bin tesîra tiştên ku qewimîn de û wiha axivî:
"Desthene bû, her kes kom bibû. Me jî li banê li wan dinêrî. Saet dora 22-20an bû, ji nişkê ve em bi teqîneke mezin li cihê xwe lerizîn. Wê demê parçe ketin ser me. Jixwe ez ji hiş çûm. Dema ez hatim ser hişê xwe min li erdê cesedên parçebûyî dîtin. Em matmayî ne. Xwedê cezaya xwe bide kesên ku ev yek kirin. Ev ne mirov in. Ew dem qet ji hişê me dernakeve, ji wê rojê ve ne xew heye, ne em dikarin xwarinê bixwin, her dem li ber çavê min ew kêlî heye. Dema ez destê xwe dirêjî tiştekî dikim ji min we ye ku dê ew parçe bên destên min. Zarok zehf mane bin tesîra bûyerê de, her dem digirîn, derûniyeta wan xira bûye. Em ê îro biçin bijîşk. Me kurê xwe li kursa KPSSyê dabû nivîsandin lê nikare biçe dersan her dem digirî. Jixwe em nikarin li malê bimînin. Em li mala xwîşka min dimînin. Hevserê min jî tenê serê xwe nikare biçe malê. Me hemû parçeyên li malê paqij kirin."
Saglam giriya û got ku êdî naxwaze ku li vir bijî û wiha axivî: "Şaredarî niha xebatên paqijkirinê dike lê ez naxwazim ku li vir li mala xwe jî bibînim. Ez dixwazim ku demildest ji vir xilas bibim. Em difikirin ku bifroşin lê heke nebe em difikirin ku derkevin kirê jî. Ez zarokên xwe difikirim rewşa wan gelekî xirab e."