Türkan Tosun
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê ezayên xortekî 18 salî yê ku di qezaya trafîkê de birîndar bû û dema di nexweşxaneyê da tedawî didît mir, ji hêla malbata wî va hat bexşandin.
Mehmet Alî Gungordu (18) yê ku li navçeya Nizîpê dijiya di 9ê Mijdarê da bi motosîkleta xwe va qeza kir.
Gungordu rakirin nexweşxaneyeke taybet ku ew bê tedawîkirin lê piştî 10 rojan ew mir.

Malbata Gungordu biryar da ku ezayên wî bibexşînin û ji bo vê bi doxtoran ra axivîn.
Piştî biryarê dil, çav, gurçik, pankreas û kezeba wî hat bexşandin ku ji nexweşên din ra bibe hêvî.
Apê wî Bahattin Gungordu daxuyand biraziyê wî piştî hewldaneke 10 rojan wefat kiriye, lê ji bo ku nexweşên din baş bibin wan biryar daye ku ezayên wî bibexşînin.
Gungordu wiha got: "Her kes dema hê baş e divê ezayên xwe bibexşîne. Heke em dengê dilê wî yê ku wê bê neqilkirin bibîhîzin emê pir şa bin."