Muhammet Kurşun
15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
QUDS
Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkiyê (TÎKA) di deh salên dawiyê de nêzîkî 400 proje li Filîstînê temam kirin û bi vî awayî hewcehiyên filîstîniyan diqedîne.
TÎKAyê bi rêya Ofîsa Filîstînê ya 2005an vekiribû di qadên wek perwerde, tenduristî, hawarçûn, tenduristiya av û kamûyê, sektora hilberînê, parastina tarîxa hevpar û bihêzkirina binaxeya sivîl heta îro 389 proje li Filîstînê bicih kirin.
Ji van projeyan 195 heb li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriyê, 71 li Qudsê û 123 jî li Xezzeya di bin dorpêçê de hatin çêkirin.
- Nexweşxaneya modern a bi 180 nivînî îsal dikeve xizmetê
TÎKA di qada tenduristiyê de jî arîkariya xwe kêm nekir ji avakirina nexweşxaneyan heta piştgiriya ekîpman, ji personelê tenduristiyê heta perwerdeya meslekî, ji peydakirina ambûlansan heta operasyonên cerrahî di hemû waran de fealiyet meşandin.
Nexweşxaneya li Xeta Xezzeyê ya 62 milyon dolar lê çû û navê wê "Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye-Filîstîn" e û projeyeke modern e îsal dikeve xizmetê. Ev nexweşxane ji 10 blokan pêk tê û dê 180 nivîn di navê de hebin.
Li bajarê Tûbasa Şerîaya Rojava jî nexweşxaneyeke 30 nivînî ya TÎKAyê 5 sal in li Filîstînê xizmetê dide.
- Xizmeta xanî û malan
TÎKA herwiha di warê xaniyan û cihwarkirinê de jî arîkariya xwe kêm nekir û bi projeya ku 13 milyon dolar lê diçin dê bi sedan malbatî bike xwedî mal. Projeya ku 320 xaniyî li xwe digire û li ser qadeke 20 hezar metre çargoşeyî ya gundê Newala Xezzeyê tê avakirin dê hewcehiyeke mezin biqedîne. Avahî dê wek 20 blokan bilind bibin.
- Li Şerîaya Rojava 6 mekteb vebûn
Xebatên li Filîstînê di warê perwerdeyê de jî bi tamîrat, laboratûarên compîteran, piştgiriya bûrsan û vekirina beşên Turkolojiyê berdewam kirin.
TÎKAyê kampanyaya "Li Her Bajarekî Filîstînê Mektebek" heta îro 6 mekteb vekirin û di wan de bi hezaran gencên filîstînî perwerdeyê dibînin. Li El Xelîl, Nablûs û gelek cihên din mektebên ku bi hezaran kes tê de ilim hîn dibin vekirin.
Herwiha ev mekteb cihên herî modern ên perwerdeyê ne.
Tesîsa rûnê zeytûnan li Xezzeyê vekir û cotkarên wî welatî jê sûdeke baş werdigirin.
Di warê xebatên çandî de jî berhemên Osmanî hatin parastin û restorekirin. Berhemên li Mescida Eqsayê yên wek Qubbettus Sehra, qûleya seetê ya ku Ebdulhemîdê Sanî çêkiribû hatin restorekirin.