Abdullah Tel,Haydar Şahin
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
KARS
Li Qersa ji navendên penêr çêkirina Tirkiyeyê yek e firotina penêrê gravyerê ewil ê demsalê dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Sarikamiş Nesim Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku penêrê gravyer ji şîrê birûn ê çêlekan tê çêkirin ew hişk û qulqulî ye çêkirina wê jî zehmet e.
Gok diyar kir ku piştî gelek muameleyên bi zehmetî niha li ser dezgehan firotina penêrê gravyerê dest pê kir û penêrê gravyerê bi tenê ne li Qers û Tirkiyeyê li çar aliyê dinyayê tê zanîn.
Di berdewamiya axaftina xwe da Gok got: "Zivistanê dema tûrîstên xwemalî û biyanî tên Navenda Kaşikê ya Cibiltepeya ser Sariqamişê penêrê gravyer û qaşar dixwazin. Îsal înşeallah li herêma Qersê û navçeya me ji bo kesên penêr difiroşin bi xêr û bêr be."
Hasan Arslanê penêr difiroşe got ku bi hatina wextê wan jî dest bi firotina gravyerên qirase kir û wiha domand: "Em îsal li bendê ne ku teleba ji bo penêrê gravyerê zêde be. Em ji xeynî herêma xwe penêr bi kargoyê dişînin Stenbol, Enqere û çar aliyê Tirkiye û dinyayê. Ji ber ku kîloya şîr îsal biha bû kîloya penêr jî di navbera 65-70 lireyî da tê firotin."
Penêrê gravyer ê herî mezin yê ku 80 kîloyî digre bi destê 3 kesan li dikanekê hat pêşandan.
- Penêrê gravyer
Çêlek li zozanên ku bilindahiya wan 2 hezar û 500 û 3 hezar metre ne diçêrin kulîlk û çêreyê dixwin. Penêrê gravyer ê ku ji şîrê van çêlekan tê çêkirin wek "mîrê penêran" tê zanîn.
Penêrê gravyer tevkariyeke mezin dide aboriya sektora zeda ku ji şîr tê çêkirin, rengê wê qîçik e, qalikê wê zer û qulên wê jî santêmek û 2 santêm in.
Ji bo gravyerê bi zor zehmetiyê tê çêkirin ji gulanê hetanî tîrmehê şîr tê komkirin. Ji bo çêkirina penîrê gravyer ji dotinê hetanî asta xwarinê 120 roj derbas dibin.
Penêrê gravyer bi şiklê totikan tê çêkirin û giraniya wan jî di navbera 70 û 90 kîloyî da diguhere. Ji bo 90 kîlo penêrî kêmzêde hezar û 400 kîlo şîr tê xerckirin.