Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
MÛŞ
Gihayê li çol û mêrgên derdora Mûşê hêşîn dibe, ji bo hespên bezê ên li ciyên cuda yên Tirkiyeyê tên xwedîkirin dişînin.
Haluk Dîzdaroglu got ku ew gihayê li gundê ser navenda Mûşê diçinin, dikin rêsî, gurz û dişînin.
Dîzdaroglu got ku ew van gurzan dişînin bajarên ku lê hîpodrom hene û wiha dewam kir:
"Em tona giha bi 600 lireya difroşin ûbi tiran dişînin. Îsal me tira ewil ji hîpodromên li Enqereyê re şand. Her sal bi qasî 4 hezar tonî giha ji deşta Mûşê tê şandin."