28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ARDAHAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê çem û kaniyên li Erdexanê qeşa girtin.
Gola Aktaşê ya ku li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê ye û 14 kîlomêtroya wê jî di nav sînorên Tirkiyeyê jî qeşa girt.
Li Çildira navçeya Erdexanê welatî dikarin bi rehetî derkevin li ser gola qeşa girtî.
Gundiyên ku li gundê Kenarbelê ya devê golê dijîn jî ji bo ku avê bidin heywanên xwe qeşaya golê dişkînin û wisa heywanên xwe av didin.
Welatî Turan Mert wiha got: "Gola Aktaşê qeşa girt. Ev heta nîsanê wiha ye."
Dîmenên golê ya ku qeşa girtiye bedew in.