Önder Beyter
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
KARS
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sir û sermayê îmalat û firotina sobeyan zêde bû.
Li herêmê piştî ku berf ket, pileya germahiya hewayê berjêrî binê sifirê bû û ji ber hindê jî li Sariqamûşa navçeya Qersê ku li herêmê girîngtirîn yek ji navendên çêkirina sobeyan e, îmalata sobeyan zêde bû.
Li Sîteya Piçûk a Pîşesaziyê ya Navçeyê sobeyên ku li 4 îmalatxaneyan tên çêkirin, Erdêxan, Qers, Erzirom, Agirî, Wan û Bitlîs di serî da li 9 parêzgeh û navçeyên herêmê tên firotan.
Sobeyên ku li vir li navenda piçûk a pîşesaziyê tên çêkirin, bi kamyonan bo parêzgehên derûdor tên veguhastin. Herwiha hosteyên sobeyan ji bo ku xwe pê ra bigehînin pir dixebitin.
Xwediyê îmalatxaneyekê Muhammed Yilmaz ji peyamnerê AAyê ra got ku mîna her sal, di vê sezona zivistanê da jî pêwîstiya herêmê ya sobeyan wê ji Sariqamûşê bê bicihanîn.
Yilmaz bal kişand ku navçeya wan di warê çêkirina sobeyan da xwediyê ciyekî girîng e û wiha xeber da:
"Ji ber ku sobeyên me pir biqalîte ne, pîşesaziya sobeyan li navçeya me pir pêş ket. Em salê nêzîkî 80-100 hezar sobeyan îmal dikin. Ji ber ku serma carekî da ket erdê, taleba sobeyan jî zêde bû. Ji ber hindê me jî lez da îmalatê. Rojê em qedera 100-150 sobeyan çêdikin."