Haydar Şahin
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
MALATYA
Meteorolojiyê ji bo Meletiye, Elezîz, Adiyeman, Tûncelî û Bîngolê hişyariya cemedê da.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê, li piraniya herêmê hewayê ewravî be, piştî nîvro li Elezîz, Meletiye, Tûncelî û Bîngolê şilî, li Adiyemanê jî şiliya gur ew ê bibare.
Tê texmînkirin ku li Tûncelî û Bîngolê berêvarê şilope, piştî nîvê şevê jî berfê bibare. Li gor texmînan germahiya hewayê dibe ku qasî 1-2 pileyan dakeve.
Dibe ku li ciyên bilind carcaran cemed çêbe ji bo vê jî hişyarî dan welatiyan ku bira bêyî tevdîr nemînin û baldar bibin.