Nihat Kavşut
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
CAKARTA
Mbah Gothoyê (146) tê gotin "zilamê herî kal ê dinyayê ye" li Sragena Cavaya eyaleta Endonezyayê wefat kir.
Gothoyê 12 nîsanê da rakiribûn nexweşxaneyê 6 roj bi şun da li ser daxwaza wî şandibûn mala wî û peyra li malê wefat kiribû.
Cinazeyê Gotho li gundê wî yê li navenda Cavayê hat definkirin.
Rayedarên Midûriyeta Nifûsê ya Sragenê amadehî dikirin emrê Gotho tesbit bikin û serî li Kitêba Rekoran a Guinnessê bixin.
Rayedar îdia dikin li gor lêkolînan Gotho 146 salî bû û nasnameya dîroka bûyîna wî 31ê kanûna 1870 e dabûn Gotho.
Mas Suryantoyê neviyê Gotho par daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û wiha gotibû: "Der heqê emrê kalê xwe da tenê vê dizanim, sala 1880an di dema dagirkeriya Hollandayê da fabrîqeya şekir tê vekirin. Dibêje wexta fabrîqe hatiye vekirin 10 salî ye û diçe vekirina fabrîqeyê."
Gotho li Sragenê di maleke musteqil da dima û 24 sal berê dema dikeve 122 saliya xwe ji neviyên xwe dixwaze jê ra ciyê mezel bikirin.
Gotho 4 caran dizewice û mirina jin, zarok û 10 birayên xwe dibîne û 17 zarokên neviyên wî hene.
Jeanne Louise Calmenta ji Fransayê kesa herî pîr bû ku emrê wê hatibû tesbitkirin. Calment wexta di 4ê tebaxa 1997an da wefat kir 122 salî bû.