Jiyan

Hat tesbîtkirin ku Narîn Guran hatiye xeniqandin

- Derket holê ku lêkolîna li Saziya Tibê Edlî ta Stenbolê ya der barê kuştina Guranê da dewam dike piştî ku rapor hat temamkirin dê ragihînin meqamên edlî

İsmet Karakaş  | 17.09.2024 - Rojanekırın : 19.09.2024
Hat tesbîtkirin ku Narîn Guran hatiye xeniqandin

Ankara

Di lêkolîna Saziya Tibê Edlî ya Stenbolê da hat tesbîtkirin ku Narîn Gurana 8 salî ya ku li Diyarbekirê cesedê wê hat dîtin hatiye xeniqandin.

Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xistiye lêkolîna li Saziya Tibê Edlî ta Stenbolê ya der barê kuştina Narîn Gurana ku di 21ê tebaxê da li Taxa Tavşantepeyê ya li ser Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê winda bû û di 8ê îlonê da li Çemê Egertutmazê cenazeyê wê hat dîtin da dewam dike.

Di tesbîta ewil a li ser nimûneyên hatin hildan da hat tesbîtkirin ku Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Saziya Tibê Edlî piştî ku rapor temam kir dê ragihîne meqamên edlî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın