Enes Kaplan
14 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2022
Welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi mebesta bicihanîna ferîzeya hecê çûbûn Hîcazê, îro dest bi vegerê kirin.
Welatiyên ku ji Tirkiyeyê çûbûn Hîcazê piştî ku ferîzeyên xwe û erkên hecê qedandin, xatir ji axa pîroz xwestin.
Qafîleya pêşî ya ku ji heciyên welatiyên Tirkiyeyê pêk tê îro ji Balafirgeha Navneteweyî ya Ciddeyê ber bi Stenbolê bi rê ket.
Dê Qafîleya dawîn a heciyên Tirkiyeyê jî, 8ê tebaxê ji Medîneyê ber bi Tirkiyeyê ve bi rê keve.