12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
MEKKE
Li axa pîroz ji 2 milyonî zêdetir misilman şert û mercên hecê bi cih anîn û bûn hecî.
Misilmanan ewilî ji bo diayên weqfê li Erefat û Muzdelîfeyê hatin bal hev ji wir derbasî Mînayê bûn û herî dawîn jî derbasî qada Cemeratê ya "kevir diavêjin şeytan" bûn û ji nîvê şevê vir va her heciyek 7 kevir avêt "şeytanê mezin"
Misilmanên ku ji bo wezîfeya pîroz ji roja şemiyê vir va derketin rê piştî şeytan kevirkirinê hatin Qebeyê.
Hecî heta Cemeratê 21 kîlometre rê meşiyan û kesên weqifkirinê temam kirin û kevir avêtin şeytan xwe gihandin Mescîd-î Heramê.
Misilmanên ku îhram li wan bû Qebê ziyaret û tewaf kirin û sa'y a xwe bi cih anîn û paşê traş bûn û ji îhramê derketin. Bi vî awayî ji 2 milyonî zêdetir misilman bûn hecî.
Misilmanên ku şert û mercên hecê bi cih anîn û bûn hecî diyar kirin ku mirov nikare qala wê hestê bike û lazim e mirov vê yekê bijî û hîs bike. Hecî wê di roja duyemîn sêyemîn û çaremîn a eydê da jî wê him îbadetên xwe bikin û him jî ji menewiyata axa pîroz îstifade bikin.