28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
ANKARA
Teyareya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê a C-130yî ya tîpa Herkulê heciyên nexweş û birîndar ji Erebistana Sidû hilda û anî Balafirgeha Leşkerî ya Etîmesgutê.
24 heciyên nexweş û birîndar bi Teyareya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hatin welêt bi ambûlansa rakirin nexweşxaneyan. Heciyê li Tirkiyeyê bên tedawîkirin.
Îrfan Şencanê Alîkarê Misteşarê Wezareta Tenduristiyê, Omer Faruk Furatê Alîkarê Serokê AFADê û Serokê Saziya Nexweşxaneyên Dewletê Hakki Yeşîlyurt li heciyan pêşwazî kirin.
Şencan, Furat û Yeşîlyurt der barê rewşa heciyên nexweş û birîndar da agahî hildan û bi wan ra axivîn.