28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
DİYARBAKIR
Li Bismila navçeya Diyarbekirê do li taxan qedexeya derketina kuçeyan hatibû îlankirin. Îro qedexe hat rakirin.
Qaymeqamtiya Bismilê do di saet 12.30an da li taxên Uluturk, Tekel, Dumpinar û Firatê qedexeya derketina kuçeyan îlan kiribû, bişev di saet 00.30an da qedexe hat rakirin.
Li Bismilê ji bo ku ser hendekan bê girtin, barîqatên bimayîn bên rakirin û terorîstên li herêmê bên derdestkirin do li taxên Uluturk, Tekel, Dumpinar û Firatê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.