28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
AFYONKARAHİSAR
Li Afyonkarahîsarê otobêsa rêwiya qelibî. Dî qezayê de kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan otobêsa rêwiya ya Kazim Erdem diajot a bi pileqeya 34 ZZ 8990 li rampaya Başagaça navçeya Sandikliyê gindirî şerempolê. Di qezayê de Îmhan Gezîcî (60) mir 38 kes jî birîndar bûn.
Tîmên Akut û agirkujiyê yên Sandikliyê birîndarên ku di otobêsê de asê mabûn xelas kirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sandikliyê û hin nexweşxaneyên li Afyonkarahîsarê.