Adsız Günebakan
26 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2023
Hedefa Baxçeyê Heywanan yê Gazîentabê ku ji hêla rûber û heywanên lê ne va baxçeyê heywanan yê herî mezin yê Tirkiyeyê ye û yek ji yên herî mezin ên dinyayê ye jî ezimandina 6 milyon ziyaretvan e.
Baxçeyê Heywanan yê Gazîentabê di sala 2001ê da ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin va li Daristana Burçê ji xizmetê ra hat vekirin û li ser bi qasî milyonek qeremêtro erdê hatiye avakirin. Li baxçe ji 350 cisnan 4 hezar heywan hene.

Par ji 5 milyonî zêdetir kesî baxçeyê heywanan ziyaret kir û di van rojên dawîn ên ku germahiya hewayê ji ser asta demsalê da ye malbatên tetîla nîvê salê wekî firsendê dibînin tên baxçeyê heywanan.
Celal Ozsoylerê Serokê Daîreya Parastina Jiyana Tebiî ya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li baxçeyê heywanan ji çar aliyê Tirkiyeyê ziyaretvan diezimînin.

Ozsoyler got ku par ji sedî 75-80yê 5 milyon ziyaretvanan ji bajarên hawirdorê hatin û da zanîn ku ziyaretvan baxçeyê heywanan gelekî diecibînin û bi kêfxweşî ji vir diçin.
- Di tetîla nîvê salê da rojane 6-7 hezar kes ziyaret dike
Ozsoyler got ji ber ku îsal li gor par germahiya hewayê di ser asta demsalê ye jimara ziyaretvanên îsal li gor heman heyama par zêde bûye û wiha axivî: "Mirov hem hewaya germ hem jî tetîla nîvê salê dinirxînin û navenda jiyana me ya tebiî digerin. Niha rojane 6-7 hezar ziyaretvan navenda me ziyaret dikin. Em hedef dikin ku di sala 2023yan da jî 6 milyon kesî li navenda me ya jiyana tebiî biezimînin."
Zarokên baxçeyê heywanan ziyaret kirin jî gotin ji ber ku gelek heywanan di carekê da dibînin kêfxweş in.