Sayim Harmancı
13 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2023
Li bajarê Hekariya ku ewlehî pêk hat hizûr bi cî bû û xweşiyên sirûştî yên bajêr jî her diçe zêdetir tên nasîn. Bajêr bi erdnigarî û sirûşta xwe va bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne ser xwe.
Zivistanê bajêr ji ber navenda xweşiqitandinê û havînê jî bi reng û rûyê xwe yê rengîn derdikeve pêş.
Sirûşthezên ku bi şirketên tûrê tên bajêr derdikevin Çiyayên Cîloyê û li çem, newal, zozan û sûlavên bajêr digerin û bêhna xwe derdixin.
Bi saya mîhrîcanên li bajêr tên kirin va eleqeya ser bajêr zêde dibe û turîzm pêş dikeve. Hêvî ewe ku heta dawiya salê 130 hezar kes serdana bajêr bikin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îdrîs Agacanoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bajêr bi çandinî û sirûşta xwe va ciyekî dewlemend e.
Agacanoglu destnîşan kir ku kesên tên Hekariyê ji sirûştê bigir heta çand û hunerê gelek taybetiyên bajêr meraq dikin û wiha pê da çû: "Di salên dawîn da hejmara kesên tên serdana bajêr zêde bû. Bi saya hizûr û ewlehiyê va ev tê tîdin. Li gor salên borî Hekarî niha gelek baş e. Li herêmê ji bo pêşketina turîzmê veberhênanî tên kirin. Ji bilî veberhênaniyên dewletê saziyên tabet jî bi marqeyên xwe yên taybet tên û li vê derê otêl vedikin. Her diçe turîstên ku tên bajêr zêde dibin û hejmara tûrîstên biyanî yên ku tên dîtina Hekariyê jî zêdetir dibe."
- "Armanca me ya îsal ew e ku em bigîhêjin 130 hezar turîstî"
Agacanoglu got di 6 mehên ewil ên salê da 35 hezar û 662 turîst hatine bajêr û wiha axivî: "Tişta herî giring ew e ku 64 hezar û 976 kes şev li vir mane. Yanê rojane nehatine û venegeriyane. Ew li vir beşdarî tûran dibin. Hekarî bi erdnigariya xwe, dewlemendiya xwe ya çandî û ji ber ku sînorê du welatan e wê di turîzmê da bigîhêje cihê ku heq dike. Cihên me yên gerê ev in; Zozanên Berçelanê, Newala Bihuşt û Dojehê, Newala Zap, Sûlava Kavalê û Çelê. Qasî ku em di çapemeniyê û medyaya civakî da dibînin ji bo Hekariyê eleqeyeke baş heye."
- "Hekarî êdî bajarê mihrîcanan e"
Agacanoglu got demek berê ji Îranê qasî 100 rayedarên acenteyan yên gerê bûne mêvanê wan û wiha dewam kir: "Par jî 110 hezar turîst hatin vir. 170 hezar kes şev mabûn. Her sal ev rêje zêde dibe. Armanca me ya îsal ew e ku em bigîhêjin 130 hezar turîstî. Îro her kes li kuçeyan, zozanan û newalan qefleyên turîstan dibîne. Hekarî êdî bajarê mihrîcanan e. Payîzê û zivistanê jî mihrîcanên me wê bên lidarxistin. Gelek kes dixwaze beşdar bibe. Hem ji dervayî welêt û hem jî ji nav welêr acenta bi me ra têkiliyê datînin. Feydeya wê digîhêje aboriya herêmê û îmaja bajêr jî pêşva diçe."