Necat Hazar
13 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2023
Polêsên siwarê hespan yên di bin banê Amirtiya Koma Polêsên Siwarê Hespan yên Şaxa Hêzên Bilez yên Midûriya Ewlehiya Wanê da hatin wezîfedarkirin dest bi karê xwe kirin.
Midûriya Ewlehiya Wanê ji bo ku li bajêr rewşa aram û ewle çêbibe Amirtiya Koma Polêsên Siwarê Hespan ava kir.
Polêsên siwarê hespan cara ewil li navçeya Edremîtê derketin derva û li dora qeraxê Wanê geriyan.
Amirê komê Burak Çîlhoroz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku polêsên siwarê hespan wê aktîf bixebitin û wiha axivî: "Polêsên me wê gelemperî li qeraxên Gola Wanê bixebitin. Heta niha welatiyên me nêrînên xwe yên baş anîn zimên, bi wan ra wêne kişandin. Zarok hespan hez dikin û bi wan ra wêneyan dikşînin. Hesp di çanda Tirkan da hêmaneke girîng e û eleqeya welatiyên me dilê me xweş dike."