ANKARA
Li gorî Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê (TUÎK) rêjeya zewacên biqelen di 2006an de ji sedî 10,2 bû; bes ev hejmar di 2011an derkete ji sedî 15,3yan.
Nûçegîhana AAyê îstatîstîkên TUÎKê kom kirin û nirxandin. Li gorî vê yekê rêjeya ciwanên ku tenê bi mehra fermî zewicîn di 2006an de ji sedî 8,2 bû, lê ev yek di 2011an de dakete ji sedî 1,3yan. Di heman demê de rêjeya yên ku bi mehra dînî zevicîn jî ji sedî 7,4an, dakete ji sedî 5,6an.
Rêjeya yên ku him mehra fermî him jî mehra dînî dibirin di 2006an de ji sedî 83,1 bû, bes ev hejmar di 2011an de derkete ji sedî 93,1ê.
Rêjeya zewacên biqelen jî di 2006an de ji sedî 10,2 bû; bes di 2011an de derkete ji sedî 15,3yan.
Di navbera heman salan de rêjeya yên ku bi merivên xwe re dizewicin jî, ji sedî 21,2an, derkete ji sedî 25,8an.
Li gorî îstatîstîkan ji sedî 72,6 hevserên xwe li dora malabat û cîranan xwe nas dikin, rêjeya yên ku li derdora kar û dibistanan hev nas dikin jî ji sedî 11,6 e.
Li gorî îstatîstîkan rêjeya yên bi dilê xwe û bi destûra malbata xwe zewicîn ji sedî 49,4 e.