GAZÎANTEP
Li daristana nezîkî gundê Zîyaretê ku girêdayî navçeya Arabanê ye, şewat derket. Di şewatê de qadeke 300 donumî ya şitilan xisar dît.
Li geliyê Çatê yê nêzîkî rêbeja di navbera Gazîantep û Adiyamanê de şewat derket. Lê sedema şewatê hêj diyar nebûye.
Şewat bi alikariya welatiyan û tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Arabanê hat temirandin.
Muxtarê gund Siddik Turan daxuyaniyek da rojnamevanan û got: "Ev der 4 sal berê jî şewitî bû û pişt re ev şitil hatibûn çandin. Mixabin di şewatê de qedeke 300 donumî xisar dît."