ŞANLIURFA
Ava susê ku dermanê gelek nexweşiyan e û havînan ji bo hênikbûne pir tê vexwarin, di Remezanê de jî li ser sifreyan kêm nabe.
Di Remezanê de firotina ava sûsê zêde bû. Abdullah Culhayê ku ev 50 sal in karê firortina ava sûsê dike diyar kir ku welatî beriya fitarê, ji bo kirîna ava sûsê li ber dikana wî bi saetan dikevin rêzê.
Culha dest nîşan kir ku ev 2-3 sal in rojî rastî havîne tê. Ev yek jî firotina ava sûsê zêde dike.
Culha da zanîn ku ava sûsê dermanê gelek nexweşiyan e û wiha dewam kir: "Ava sûsê vexwarineke sirûştî ye. Di nav de madeyên kîmyewî tunin. Gelê me, ava sûsê piranî ji bo hênikbûnê vedixwe."