Waliyê Agiriyê Mûsa Işin der barê pevçûnên li Diyadîna navçeya Agiriyê de daxuyaniyek da û wiha got: "Ji bo ku ewlekariya xelkê me yê ku li wir kom bibin bînin cih, ji bo ku nehêlin endamên rêxistinê werin wir û ji welatiyan re propagandaya xwe bikin û wan bitirsînin eskerên me hatin peywirdarkirin."
Walî Işin der heqê êrîşa ku li gundê Yukarituteka girêdayî navçeya Diyadînê pêk hat de daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya halbijartinê ve endamên rêxistina PKKyê bi zordestî xelkê ditirsînin û dixwazin ku gel rayên xwe bidin partiyekê.
Walî Işin balkişand ku di 4ê Nîsana 2015an de li mezraya Kûleyê ya gundê Gungorena girêdayî naçveya Dogubazîdê ji ber salvegera rojbûna Abdullah Ocalan şahiyek hat li dar xistin û endamên HDPyê jî beşdar bûn û wan çûyîna wan asteng nekir.
Walî diyar kir ew fikirîn ku dê li ser navê çalakiya biharê festîvala mûzîkê li dar bixin û wiha xeberda:
"Lêbelê me paşê tespît kir ku endamên rêxistinê jî beşdarî çalakiyê bûn û li vir axivîn. Di axaftina xwe de gotine ku divê herkes di vê hilbijartinê de raya xwe bide HDPyê, heger ne wisa be dê gundî û mixtar bên cezakirin. Anku bi vî hawî dixwazin ku hîpotekê daynin ser îradeyê xelkê herêmê. Herî dawî agahî hat destê me ku dê di 10ê Nîsana 2015an de li gundê Yukarituteka girêdayî navçeya Diyadînê şitil bên danîn. Dîsa di agahiyê de me zanî ku bi heman hawî endamên rêxistinê dê werin vir jî û dê ji welatiyan re der heqê hilbijartinê de propagandayê bikin."
Işin balkişand ku yekîneyên eskeran ji bo tevdîrê li wir bûn û wiha dewam kir:
"Di 11ê Nîsana 2015an de roja ku bûyer qewimî, ji bo ku li gundê Yukaritutekê tevdîr bistînin yekîneyên eskerên me destê sibehê hatin peywirdarkirin. Dema ku eskerên me diçin gund, li nêzî gund konekê ferq dikin. Li ser vê anons dikin bila kesên di kon de dest li hewa derkevin derva. Lêbelê ji hundurê konê bi çekên giran eskerên me didin ber guleyan û hêzên me yên ewlekariyê jî demildest bersivê didin wan. Di vê pevçûna ewil de sertegmenekê me û 3 jî çawişên pispor birîndar dibin."
- Îdiayên der heqê serokê berê yê navçeyê yê HDPyê Bûdak de
Walî Işin destnîşan kir di destê wan de agahî heye ku serokê berê yê navçeyê yê HDPyê Cezmî Bûdakê ku di bûyerê de mir, ji PKKyê re milîtan kom dikir, meriv dişand serê çiyê, alîkariya lojîstîk û mîlîstî dikir û wiha domand: "Ji bo ku bi milîtanên PKKyê re were bal hev rojek pêş de çûye gundê Yukaritutekê û dema pevçûnê de jî di hundurê wê kona ku jê agir kirine de bûye û di peçûnê de gule lê ketiye."
Walî diyar kir ku pevçûn 14 saetan berdewam kir û di pevçûnê de çekên giran û roket bikaranîn û wiha domand: "Ev jî dide nîşan ku ji berê de hatine vir û li vir cebilxane amade kirine."
- "Hemû îdia derew û îftira ne"
Işin destnîşan kir ku li gorî tespîta wan 5 endamên PKKyê hatin kuştin û wiha domand:
"Bi helîkoptera me endamekî birîndar anîn navenda bajêr. Li vir piştî mudaxeleya ewil ew sewqî Erzurumê kirin. Me xwest ku em birîndarên xwe bi helîkopterê hildin, lê ji ber guleyan me nikaribû bi helîkopteran hildin. Ji bo ku welatiyên ji gundên hawirdorê yên ku hatin qada pevçûnê zirarê nebînin hêzên me yên ewlekariyê agirkirin rawestandin. Li ser vê dema ku leşkerên me birîndar hildane, hin welatiyên li wir jî alîkariya wan kirine. Îdiayên mîna, 'Ew kesên ku wekî mertalên zindî ketin qada pevçûnê eskerên birîndar xelas kirin, esker wir terkê mirnê kiribûn, 15 esker şandibûn mirinê' ji binî ve derew û îftira ne."
Walî Işin herî dawî li gotina xwe zêde kir û got ku meşrû nîne ku xeynî hêzên me yên ewlehiyê, polês û cendirmeyên me hêzeke din a çekdar hebe.