26 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
AGRI
Li Agiriyê ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya ÎŞKURê va civîna agahdarkirinê ya di warê "bername û teşwîqên îstixdama îlawe û destpêka kar" da hat lidarxistin.
Waliyê Agiriyê Mûsa Işin û karsazên bajêr ên ku di warê avahîsaziyê da fealiyetê dikin, beşdarî bernameya "Di Şixul da Seferberiya Neteweyî" ya li meqama Walîtiya Agiriyê bûn.
Midûrê Parêzgehê yê ÎŞKURê Giyas Guven di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew çalakiyan li dar dixin da ku hemû karsazên li parêzgehê di pileya herî berz da ji teşwîq û alîkariyan sûdê werbigirin da ku îstixdam zêde be.
Guven diyar kir ku bername hin derfet û asankariyan dide karsazan û herwiha got ku wî ji karsazên avahîsaziyê sozê hezar û 245 îstixdama îlawe stand.