Sidar Can Eren,İsmail Kaplan,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Yıldız,Sagip Sezginer
19 Adar 2022•Rojanekirin: 20 Adar 2022
Li Erzirom, Qers, Agirî, Tuncelî, Îdir û Erdexanê digel biharê çar alî bi berfê çîl spî bû.
Berfa ji serê sibehê va li Erziromê bi tesîr e di jiyana rojane da dibe sedema zehmetiyan.
Li bajêr ji ber berf û pûkê şofêr û welatî zehmetiyê dikişînin û ekîbên şaredariyê jî rê û peyarêyên li nav bajêr paqij dikin.

- Qers, Agirî, Îdir, Tuncelî û Erdexan di nav berfê da man
Ji ber berfa zêde ku li Qers, Agirî, Îdir, Tuncelî û Erdexanê barî, di çûn û hatina wesayîtan da zehmetî çêbû.

Şofêr û welatiyên kar û barê wan hebûn di nav berfa biharê da zehmetî kişandin û hinek welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyan li bajarên kuçe, kolan û peyarêyên wan di nav berfê da mane li ser karê xwe ne û ji bo paqijkirinê dixebitin.