Li Erziromê otobêseke rêwiyan welgeriya şerampolê û 22 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêseke rêwiyan a ku şofêrê wê Erdal Sevînç û plaqeya wê 06 LMN 65 bû û ji Erzincanê ber bi Wanê ve diçû li ser rêya Erzirom û Aşkaleyê welgeriya şerempolê.
Di qezayê de şofêr Ersevînç û rêwiyên bi navê Fahrettîn Boz, Fatîh Ekmen, Osman Ekmen, Nuran Kumek, Kasim Guler, Onur Baydar, Sezaî Eraslan, Îsmaîl Eraslan, Omer Nurduhan, Vedat Ahî, Huseyîn Dogru, Erhan Dogru, Engîn Dogru, Fetullah Dursun, Eyup Kiliç, Osman Aktaş, Serkan Hasar, Yusuf Altan, Muhyettin Dîrek, Ayşegul Pîrînççî û Suat Kaya birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.