Abdullah Tel
04 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
ELAZIG
Li Paloya navçeya Elezîzê Yaşar Bahçeciyê ku 78 salî ku bi navê "Yaşarê Entîkevan" tê naskirin û 50 sal berê li ser pêşniyazê dest bi entîkevaniyê kir bi hezaran amûrên bi qedr û qiymet berhev kir û digel emrê xwe hê jî vî karî didomîne.
Yaşarê Entîkevan ji emrê xwe nîvê sedsalekê bi vî karî ra derbas kir û çar aliyê gund û deverên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi armanca berhevkirina amûrên entîke va serobin kir.
Ew him bi serpêhatiya xwe û him jî ji ber karê xwe bala guhdêran dikşîne ser xwe. Yaşar Bahçecî him sêwî û him jî êtîm maye di ciwaniya xwe da çûye di înşeatan da xebitiye.
Bahçecî qala karê xwe û jiyana xwe ji nûçegihanê AAyê ra kir û got ku rojekê li ber gorekê di xewra diçe û piştî xewna li wê derê dibîne dest bi jiyaneke nû dike.

Di qala serpêhatiyên xwe da Bahçeciyê ku niha embareke li baxçeyê mala xwe mîna pêşangeha hunerê tijî kiriye got: "Ez 50 sal berê li Edeneyê ser Pireya Kevir rastî ciwanekî Diyarbekirî hatim. Diya wî sîlek lê xistiye û ew jî hêrs bûye û hatiye Edeneyê. Lê wî dixwest ku vegere mala xwe û ji min bi deyn 2 lire û nîvek bi deyn pere xwest. Li ser min jî tam ewqas pereyê ku min di kar û barên înşeatan da qezenc kiribû hebû. Min şîret lê kir, pere derxist da û wî jî dest bi girî kir. Ji bêrika xwe kaxizek derxist li serê nivîsî û ji min ra got 'Tu yê bi vî kaxizî bêy û min bibîni ez ê alîkariya te bikim.' Di ser da 7 sal derbas bûn û ez li Tirbeya Şêx Mehmûd Efendî radizêm û dimînim. Qurişek pereyê min tuneye ez perîşan bûme. Rojekê dîsa ez li goristanê raza bûm yekî kal û bi rûdan bi milê min girt û got 'Rabe bes e tu li vir ketî xewê. Here wî lawikê ku te pere dabûyê bibîne'. Li ser wê ez veciniqîm û ji xewê rabûm û min got bismila bismila."

Yaşarê Entîkevan destnîşan kir ku wî xwe bi awayekî gihand Diyarbekirê û ew xort dît û wiha pê da çû: "Pirs bi pirs ez hîn bûm ku ew ji malbateke dewlemend e bi bazirgeniya xalîçeyan ra eleqedar in. Ez çûm cem wan, lawikê ez dîtim û ji bavê xwe ra got 'Bavo yê ez şandim ev bû'. Bavê wî nan û av da min cil û bergên nû ji min ra kirîn û 100 lire jî pere da min û got 'Tu yê herî bi vî pereyê hanê amûrên entîke bistînî û bînî ez ê jî ji bo te li vê derê bifiroşim.' Xwedê kir nesîb û ew mêrik bû wesîle û min li ser gotina wî dest bi vî karî kir û bajar bi bajar geriyam."
- Amûrên berhev kiriye firotiye muzeyan
Yaşarê Entîkevan li gund, navçe û bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê geriyaye û gelek eşyayên entîka berhev kirine û bi dahata ji wê bi dest xistiye bûye xwedî mal û milk û 6 zarokên xwe mezin kiriye û zewicandiye.
Bahçecî destnîşan kir ku wî ji bo berhevkirina entîkeyan herî zêde bi trênê derdiket rêwîtiyê û wiha domand: "Min gelek qoşxaneyên berê, sêniyên li serê nivîs hebûn, şûr, xencer, tizbî, qayîş dikirîn. Wê demê ev amûr gelek bûn. Milet berhev dikir û min jî diçû û dikirî. Herî ku pir bûn ji bo kirînê êdî pere têrê nedikir. Ez bi vî awayî bi salan di trênan da çûm û hatim."
Yaşarê Entîkevan ragihand ku ew dema vedigerî Elezîzê entîkeyên di destê xwe da difirot Muzeya Arkeolojî û Etnografyayê ya Elezîzê û wiha dewam kir: "Yên ku muzeyê nedikirî jî min dibir Stenbolê û difirot entîkevanên li wê derê. Dema ez li yên mane mêze dikim bêhna min dertê û deverên ez çûmê tên bîra min."