İbrahim Atmaca
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
ELAZIG
Li Agina navçeya Elezîzê nokên ku di nav şoravê da tên kelandin û paşê di nav qûma herêmê da li ser agirê êzingan tên qelandin, tehma tescîlkirî ya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku leblebiya Aginê zêde tê xwastin, çêkirina wê jî zêde bû.
Li navçeyê piştî dirûna nokan payîzê hema bê li ber deriyê her malê li ser ocaxan leblebiya Aginê tê çêkirin. Leblebiya Aginê bi tehm û bêhna xwe ya taybet va rastî eleqeyeke mezin tê.
Ji ber ku ev leblebî zêde tê firotin hilberîner kêfxweş in û ji bo sparîşên çar aliyê welêt pê ra bigihînin bê navber dixebitin.
- Di hilberînê da ji sedî 100 zêdebûn tê payîn
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanan Turan Karahan diyar kir ku Elezîz li Tirkiyeyê bi cureyên xwe yên berên herêmî va dertê pêş û li Elezîzê leblebiya Aginê ku bi rêbazên berê va tê çêkirin, tehmeke xwe ya taybet heye û tê ecibandin.
Karahan got, "Par 300 ton leblebiya Aginê hat çêkirin, îsal 600 ton tê payîn. Ji ber ku meriv vê leblebiyê, ji tehma wê têr nabe, loma hilberîn zêde bû. Ji ber ku sparîş zêde bû, em jî seba zêdekirina hilberînê li navçeyê projeyên nû amade dikin."
Karahan got ku leblebiya Aginê ji Saziya Patenta Tirk û Marqeyê belgeya xwe ya nîşana tescîlê hildaye.
Mustafa Koçerê ku leblebiyan çêdike jî got ku ew 10 sal in leblebiyan çêdike û wiha dewam kir, "Min par ton û nîvek leblebî firot. Îsal ji 2 tonî zêdetir daxwaz heye. Leblebiyên me di destê me da namînin. Roj bi roj sparîş zêde dibin."