Türkan Tosun
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
ELEZÎZ
Gelê Elezîzê kêfxweş e ku bajarê Xarputê li ser "Lîsteya Mîrata Berwext a Dinyayê" ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hat zêdekirin.
Komîteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê di civîna xwe de biryar da ku bajarê Xarputê di "Lîsteya Mîrata Berwext a Dinyayê" de cih bigre. Piştî vê biryarê li Elezîzê di nav gel de şahiyek çêbû.
-"Armanca me ew e ku em di lîsteya sereke da jî cihê xwe bigrin"
Şaredarê Elezîzê Mucahît Yanilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Xarputa xwedî dîrokeke 4 hezar salî ji bo mîrata hevpar a mirovahiyê hatiye hilbijartin û ev gaveke pir girîng e.
Yanilmaz got Mizgefta Mezin a ku mînareya wê xwar e li dinyayê bi vê taybetmendiya xwe va tekane ye, ji bilî vê Mizgeftên Saraxatun, Alacali û Axa, Dêra Meryem Anayê jî berhemên girîng ên Xarputê ne.
Şaredar Yanilmaz got Xarput cihekî biqîmet e, qedrê wê divê bê zanîn û bi têra xwe bê nasandin û wiha dewam kir: "Me asta vê ya ewil derbas kir. Me di Lîsteya Mîrata Berwext a Dinyayê de cih girt. Armanca me ew e ku em di lîsteya sereke da jî cihê xwe bigrin. Em bi kelecaneke mezin xebatên xwe didomînin."
- Mixtar Demîrpolat: "Esnafên me bi kelecan in"
Mixtarê Taxa Xarputê Zulkuf Demîrpolat jî got dîroka Xarputê 4 hezar salî ye û wiha dewam kir: "Di lîsteya UNESCOyê de cihgirtin tê wê wateyê ku Xarput wê cardin zindî bibe, Elezîz wê pêşva here. Piştî mizgîniya Serokwezîrê me hemû esnafên me bi kelecan in. Em spasiya wan dikin. Turîst wê bên Xarputê. Xarput muzeyeke servekirî ye. Wê bi saya UNESCOyê qîmeta wê bêtir bê zanîn."
- Esnaf jî kêfxweş e
Esnaf Zulfîkar Boz got ji hêla berhemên dîrokî va Xarput cihekî pir dewlemend û xweş e, divê her kes bê Xarputê bibîne û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Esnaf Sabrî Çelîk jî wiha axivî: "Di lîsteya UNESCOyê de cihgirtin ji bo me pir xweş e, em kêfxweş in. Înşallah piştî vê ewê bêtir pêşva here û esnaf jî wê sûdê jê werbigrin. Em li benda vê biryarê bûn, hemd ji Xwedê ra Serokwezîrê me mizgîniya vê biryarê da me."
Alî Riza Karahanliyê 78 salî yê ku li Xarputê dijî, xwendekarê zanîngehê Firat Borazat û welatî Makbule Aytekîn jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman