Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2020
Necat Emreyê li Mûşê dijî bi piştgiriya dewletê çêwlik ava kiribû medeg û sakên xwe yên xwedî kiribû difroşe û tevkariyê dide aboriyê.
Emre bi piştgiriya Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan va li Yarpuluza gundê 50 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr ji sedî 50 hîbe sitand û li çêwlikê medegan xweyî dike. Emre medeg û sakên xwe difroşe Îzêir, Stenbol û bajarên din.
Emre çêwlik di sala 2018an da ava kir û bi 150 medegî va dest bi karê xwe kir.
Armanca Emre ew bû ku tevkariyê bide xweyîkirina medegan a li bajêr. Emre wiha axivî:
"Li Tirkiyeyê kêmzêde 180 hezar medeg hene. Dewleta me di vî warî da piştgiriyeke baş dide. Kesên heywandariyê dikin dibê medegan jî xweyî bikinç Min hetanî nika 100 medegên ji bo dotin û serjêkirinê şandin Îzmir û dorberê wê. Di demeke kin da em ê 70 medegên din jî bişînin. Em ê hejmarê zêde bikin. Ji Aydin, Enqere û Stenbolê daxwazeke zêde heye. Hedefa min ew e ku sala pêşiya me 500 medegî bifroşim."
Emre got ji bo ber û bereketê zêde bike dixwaze tesîsa mast, şîr, dew, to, penêr û rûnê malan ava bike.
Mehmet Aydinê Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanan jî diyar kir ku di mijara heywandariyê da Mûş wekî navendê ye û wiha pê da çû: "Li bajêr xweyîkirina medegan zêde dibe. Di xweyîkirina medegan da Mûş li Tirkiyeyê di rêza 6an da cî digre. Li hewzeya Mûş û Guroymakê kêmzêde 10 hezar medeg tên xweyîkirinç Wezareta me di vê mijarê da piştgiriya xwe didomîne."