BITLÎS
Li Bitlîsê nebat gelek in û bi vê sayê jî mêşvanî tê kirin. Hînderkarê Zanîngeha Tegîrdagê Prof. Dr. Mûhsîn Dogaroglûyê teqawîd jî bal kişand ser qelîteya hingivê Bitlîsê û diyar kir ku ji ber nenasandinê hingivê Bitlîsê zêde nayê zanîn.
Dogaroglû got: "Li Herêma Rojhilata Anadoluyayê nebatên cur bi cur hene û bi vê sayê jî ji kewaran hingivê gelek bi qelîte derdikeve. Hingivê ku li Bîtlîsê ji kewaran tê derxistin lazim e ku bi marqeya "Bitlîs"ê bê firotin. Heke nasandina wê baş bê kirin dê bi bihayekî baş jî bê firotin."